Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdên serhildanê gihîşte 507 kesan

11:44 - 26 Kanûna pêşîn 2022

Pêka rapora Nûçegihaniya Hêranayê, ji 26ê meha Xermananê heta 4ê meha Befranbara 1401an a Rojî, 507 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin ku 69 ji wan şehîdan zarok in.

Pêka amara Hêranayê di serhildana seranserî ya xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, 18 hezar û 516 kes ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine binçavkirin, ku heta niha bi tenê nasnameya 4 hezar û 72 kesan hatiye eşkerekirin.

Herwisa Nûçegihaniya Hêranayê belav kiriye ku di wê heyamê de 664 xwendekar hatine binçavkirin.

Pêka amarên Hêranayê, heta niha 1,208 kombûn li bajar û zanîngehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatine lidarxistin.

Herwisa heta niha, 144 zanîngeh û 161 bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tevlî serhildana seranserî bûne.

Bi sedema rewşe ewlehî û milîtarîzekirina bajaran bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê, renge amara binçavkirin û amara şehîdên vê serhildanê zêdetir ji amarên belavbûyî be.