Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna xwenîşandan li Kanadayê ji bo piştevanîkirin ji sedemîn roja serhildana gelên Îranê

11:48 - 26 Kanûna pêşîn 2022

Li berdewamiya xwenîşandanên hevwelatiyan li derveyê welat, xwenîşandanek bo piştevanî ji serhildana gelên Îranê li Vankovîra Kanadayê bi rê ve çû.

Roja Şemî, rêkevta 3ê Befranbara 1401an a Rojî, Kurd û Îraniyên rûniştî li bajarê Vankovêra Kanadayê bo piştevanî ji sedemîn roja şoreşa Jinayê li Îran û Kurdistanê xwenîşandanek bi rê ve birin.

DI vê xwenîşandanê de ku komîteya PDKÎ tê de beşdar bû, çendîn peyam di rastaya serhildan û şermezarkirina rejîma Îranê derheq serkutkirina xwenîşanderan ji aliyê hêzên serkutkar ve hate xwendin.

Di beşeke din a xwenîşandanê de çendîn sirûd û stran pêşkêşê amadebûyan hate kirin.

Di vê xwenîşandanê de siloganên dijî rejîmê jî, ji aliyê beşdarbûyan ve hate danê.