Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê îdama Şaker Bêhrûzî li Dadgeha Bilind a rejîmê hate hilweşandin

09:39 - 26 Kanûna pêşîn 2022

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê belav kiriye ku cezayê bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê “Şakir Bêhrûzî” ji aliyê taya yek a Dadgeha Bilind a rejîma Îranê ve hatiye hilweşandin.

Şakir Bêrûzî girtiyê siyasî li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, berê di Dadgeha Keyferî ya rejîmê de, ji aliyê binav dadwer “Şêxlû” ve bi tohmeta “Bexî û endamê yek ji hizbên Kurdî” bi îdamê hatibû cezadan.

Roja 16ê Sermaweza sala 1399an a Rojî, Şakir Bêhrûzî bi tohmeta “kuştina yek ji endamê Spaha Pasdaran” li taya 1 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê de bi îdamê hatibû ceazadan û piştî gefa bidarvekirinê li ser wî girtiyê Kurd, roja Pêncşemî 9ê Pûşperê, şikayetkerên dosiyeya Şakir Bêhrûzî bi awayê fermî rizayet dan û belge wajo kirin.

Şakir Bêrûzî 1ê Befranbara 1397an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Spaha Pasdaran a terorîst ve hatibû binçavkirin û piştî salek û 9 mehan girtî di girtîgeha El-mehdî ya Spaha Pasdaran de, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û navbirî niha di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de ye.