Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo yada şehîd “Mihemed Hacîresûlî” li welatê Swêdê rêûresmek hate lidarxistin

12:12 - 26 Kanûna pêşîn 2022

Bo yada şehîdê serhildana seranserî şehîd “Mihemed Hacîresûlî” li bajarê Stokholm yê welatê Swêdê, rêûresmek bi beşdariya Komîteya Giştî ya PDKÎ ya Swêdê bi rê ve çû.

Di çend rojên derbasbûyî de malbata şehîd “Mihemed Hacîresûlî” bo yada şehîd “Mihemed Hacîresûlî” li bajarê “Stokholm” yê ser bi Swêdê rêûresmek lidar xistin û Komîteya Giştî ya PDKÎ li welatê Swêdê di vê rêûresmê de beşdarî kir.

Di destpêka vê rêûresmê de peyama Komîteya Giştî ya PDKÎ li welatê Swêdê ji aliyê “Ebas Yarî” ve hate pêşkêşkirin.

Piştre birayê şehîd “Mihemed Hacîresûlî” yê bi navê “Hîwa Hacîresûlî”, derheq jiyana şehîd “Mihemed Hacîresûlî” û xebat, birîndarbûn û tekoşîna navbirî di heyama pêşmergayetiyê de, gotarek pêşkêşê beşdarbûyên rêûresmê hate kirin.

Herwisa birayê din yê şehîd “Mihemed Hacîresûlî” yê bi navê “Kerîm Hacîresûlî” basek ji jiyana pêşmergatî û qehremantiya navbirî kir ku piştî zivirîn bo Rojhilatê Kurdistanê, bi berdewamî hemû erkên Hizbê cî bi cî dikir û bi dil li xizmeta gel û netwa xwe de bû.