Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenenda Birêveberiya PDKÎ kombûnek lidar xist

16:45 - 26 Kanûna pêşîn 2022

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di dawî civîna xwe de îradeya gelên Îranê ya ji bo berdewamiya serhildanê û helwêsta hişyarane ya Kurdistanê di vê pêwendiyê de bilind nirxand.

Roja Şemî 3ê Befranbara 1401an a Rojî, Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevdem digel derbasbûna 100 roj bi ser serhildana gelên Îranê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, ew serhildane di çarçoveyên cuda yên Kurdistanî, Îranî û cîhanî de gengeşe kir.

Di destpêka civînê de, rêzdar “Mistefa Hicrî” berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tevî dana raporek li ser serdana xwe ya vê dawiyê bo derveyê welat û beşdarîkirin di kongreya Înter Nasiyonal Sosiyalîst û civînên digel parlementerên Ewropayê bi Birêveberiya Hizbê, li ser meşa tevgera mafxwazane ya xelkê Îran û Kurdistanê li dijî dîktatoriyê li heyama 100 rojên serhildana Jînayê de behsek siyasî pêşkêş kir.

Rêzdar Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê di destpêka axavtinên xwe de bi rêhînîn ji nerîn û helwestên Hizbê li ser vê serhildanê û bersivdana xelkê Kurdistanê bi daxwaz û banghêjiyên Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê di çend mehên derbasbûyî de, îşare bi siyaset û pîlanên Komara Îslamî ya Îranê li dijî xelkê Kurdistanê û hizb û aliyên siyasî kir. Herwiha di berdewamiya axavtinên xwe de hevdem digel  destnîşankirina destkevtên girîng ên vê serhildanê di çend mehên derbasbûyî de, bi dîtingehek rexneyî behsa xalên lawaz yên pêwendîdar bi bûyerên wê dawiyê kir.

Di berdewamiya kombûnê de Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hûrbûn li ser asta beşdariya xelkê li grevgirtin û xwenîşandanan, naveroka silogan û daxwazkariyan, asta serkuta hêzên ewlehî yên rejîmê, beşdariya tex û qatên cuda yên civatgehê, rol û bandora Kurdistanê di çend mehên derbsbûyî de, asta piştevaniya diysporaya Kurd û Îranî, rola teşkîlata Hizbê û korr û komelên navdewletî li xelkê serhildayî yên li dijî dîktatoriya li Îranê, hevpeywendî û hevkariya navbera hêzên opozîsiyon û pirsa alternatîv bo Îrana paşerojê, li ser vê bawerê bû ku meşa serhildana Jîna ya li dijî dîktatoriyê di heyama 100 rojên xwe de gelek pêngavên pir ji destkevt û ezmûn bi dest xistine û eva ku heta niha di vê meydana şoreşê de serkevtî bûye, gelên mafxwaz ên Îranê ne.

Li pêwendiya digel Kurdistanê de, Navenda Birêvebiriya Hizbê tevî beravirdkirina nirxên vê serhildanê heta niha ku şehîd û birîndarbûna bi sedan kes û girtina bi hezaran ciwanên din li xwe digire, rola hişmendiya civaka Kurdî di vê serhildanê de bilind nirxand ku pêka helsengandina Birêveberiya Hizbê, çendîn derfet ji bo hizbên siyasî û xwedê civaka Kurdistanê afirandiye.

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hevdem digel bi destkevtgirtina rola berçav ya jinan û ciwanan di xwenîşandanan de û rola berçav ya kasibkar û bazariyan li daxistina dukan û bazar û mangirtinan, hatina nav qadan a xwendekaran, mamosteyan û dersxwanan li zanîngeh û dibistanan û helwesta netewî û piştevaniya netirsane ya mamosteyên Olî li xelkê serhildayî, nebûna rêveberiyek giştgîr bo qonaxa niha ya raperînê û alternatîv bo birêveberiya siyasiya paşerojê li Îranê bi yekek ji kêmasiyan zanî. Di vê derheqê de bi balkişandin li ser rol û giraniya hizbê û aliyên din yên Kurdistanê û çavnihêriyek ku ji Hibza Demokrat a Kurdistana Îranê tê kirin, Birêveberiya Hizbê di çarçoveya karê navxweyî û derveyê welat de karkirin bo vêdeirina kêmasiyan bi hewce zanî.