Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komîteya Pêwendiyê Derve ya Senaya Amerîkayê piştgirî da xwenşînderên Îranê

17:06 - 26 Kanûna pêşîn 2022

Komîteya Pêwendiyê Derve ya Senaya Amerîkayê bi weşana Twîtekê piştevanî ji serhildana gelên Îranê kir û nivîsî: “Hikûmet herî zêde ji xelkê xwe ditirse ku tiştên li hundirê Îranê diqewimin ji cîhanê re eşkere bikin.”

Komîteya Pêwendiyê Derve ya Senaya Amerîkayê li ser Twîtera xwe bi danîna posteke “Netblocks” ya qutkirina înterneta bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê li 19 û 20ê Kanûna Yekem, nivîsî: “Hikûmeta Îranê nikare xwe li pişt taktîkên sansûr û qutkirina înternetê veşêre. Hikûmet herî zêde ji xelkê xwe ditirse ku tiştên li hundirê Îranê diqewimin ji cîhanê re eşkere bikin.”