Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bangihêjiya giştî bo mangirtin û serhildana li dijî rejîmê

12:24 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Çalakvanên Îran û Kurdistanê di banghêjyekê de ji hevwelatiyan daxwaz kirine ku li rojên “14, 15 û 16”ê Seramwezê, bi mangirtina seranserî û hatina ser şeqaman, serhildanek seranserî li dijî rejîma dîktator a Îranê lidar bixînin.

Çalakvanên navxweyî Îranê bitaybet yên Kurdistanê, di banghêjiyekê de, ji xelkê berxweder û qehreman yên hemû bajarên Îran û Kurdistanê daxwaz kirin ku li rojên Duşemî, Sêşemî û Çarşemî yên vê hefteyê bo sê rojan bi mangirtina seranserî û daxistina dukan û bazaran û herwisa hatina ser şeqaman, li hember hêzên dagîrkar yên rejîmê rawestin û şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê ser bixînin.

Ev banghêjiya han, ji aliyê Yekîtiya xwediyên maşînên barhilgir yên Îranê, zanîngeha Tehran, zanîngeha Kurdistanê, çalakvanên Belûç û li bajarê Urmiye ji aliyê neteweyên weke Kurd û Tirk ve û herwisa ji aliyê ciwan û çalakvanên medenî yên xelkê bajarê Kamêran û piraniya bajarên din yên Îran û Kurdistanê ve hatiye belavkirin û ji hemû xelkê daxwaz kirine ku di rojên hatinî destnîşankirî de tevî daxistina dukan û bazaran û mangirtina seranserî li hemû bajaran bi hev re bo serhildanek seranserî li dijî rejîma Îranê werin ser şeqaman.