Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Alicia Kearns: Hemû welatiyên Ewropî û yên dualî li Îranê derkevin

11:03 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Seroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Birîtanyayê “Alicia Kearns” got: Komara Îslamî ji ber givaşên Yekîtiya Ewropayê yên li dijî vê rejîmê, li pey tundûtîjiyan e, da ku welatên Ewropî rexne bike.

Herwisa  “Alicia Kearns” got: Nîgeraniya min gelek micid e, di rastiyê Komara Îslamî nîşan daye ku ji binçavkirina hevwelatiyên dualî kêfxweş dibe, ji ber vê yekê jî ji hevwelatiyên dualî yên li Îranê de hişdarî da ku demldest wir derkevin.

Her di vê pêwendiyê de navbirî got: Ji ber ku delîl hene ku Komara Îslamiya Îranê dikare ji hevwelatiyên dualî yên binçavkirî ji bo lîstikên siyasî yên xwe mifahê jê werbigire, loma dibe ku ev rastî reftarên hovane yên Komara Îslamiya Îranê bibin.

Ev hişdariya Seroka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlementoya Birîtaniyayê piştî vê bû ku, Spaha Pasdarana terorîst roja derbasbûyî di daxuyaniyekê de rahigand ku, li parêzgeha Kêrmanê di pêvajoya xwenîşandanên nerzayetiyê de 7 hevwelatiyên dualî binçavkirine ku serkirdayetiya xwenîşandran dikirin.