Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinek ducan ya xelkê bajarê “Mehabad”ê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat binçavkirin

09:12 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Pêka rapora navenda Mafê Mirovî bo Rojhilatê Kurdistanê, roja Yekşemî 4ê Befranbarê, hêzên dagîrker yên rejîma Îranê êrîşkirine ser mala “Zara Nebîzade” welatiya xelkê bajarê “Mehabad”ê  ku jinek ducan e û ew binçavkirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Di vê derheqê de çavkaniyek agehdar ragihandiye, hêzên rejîmê bi bê hebûna belgeyan êrîşkirine ser mala navbirî û ew binçavkirine û bo cihek nexuya veguhastine, û heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wê ji ber dest nîne.