Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkar û karmendên palavtingeha neftê ya Abadanê li mangirtinên xwe de berdewam in

11:33 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Roja Duşemî 5`ê Befranbarê, di berdewamiya mangirtinên giştî yên gelên Îranê li dijî desthilata melayan, kedkar û karmendên palavtingeha neftê li “Eselûye” û palavtingehên nefta “Abadan”ê bi giştî dest avêtine mangirtinan û bihevre mangirtin.

Piştî mangirtina wan kedkar û karmendan hêzên hov yên rejîma Îranê êrîşkirine ser wan û nêzî 30 kes ji wan kedkar û karmendan binçavkirin.

Pêka raporên ku li torên civakî û medyayan de hatine belavkirin, piştî serhildana gelên Îranê li dijî desthilata melayan, mangirtina kedkarên pîşesazî yên petirokîmiya Abadan û palavtingehên neftê li Abadanê tevî hebûna givaşên hêzên rejîmê berdewam e.