Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

"Foreign Policy": Xwenîşandanên seranserî yên Îranê dê sala 2023`an de berdewam bin

12:03 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Roja Yekşemî 4`ê Berfranbara 1401`an, malpera "Foreign Policy", bi lêkolînên cuda yên xwenîşandanên seranserî yên Îranê, tevî binavkirina vê bi şoreşê, texmîn kiriye ku, xwenîşandan dê sala bê de jî berdewam bin.

Di rapora malpera "Foreign Policy" de hatiye, heta beriya qetla hikûmetî ya Jîna(Mehsa) Emînî li giritîgeha Geşda Îrşadê de wisa dihat zanîn ku Komara Îslamiya Îran û dewleta “Biden”  bi derbasbûn li binbeta lihevkirinê dê bikarin li derheq bernameyên navkî yên Îranê lihev bikin, lê, niha ev 100 roj in li ser destpêkirina xwenîşandanên nerizayetiyê derbas dibin û ti hêviyek bona zindîkirina lihevkirina navkî nemaye.

Herwisa vê malperê nivîsiye, Lihevkirina navkî di halê mirinê de dimîne û bê çarnivîs di navbera mirin û jînê de daliqandî bimîne.