Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya xwenîşandanan li dijî rejîmê li bajarê Rojhilatê Kurdistan û Îranê

12:08 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Şeva Duşemî 5`ê Befranbarê, li 101`mîn roja serhildana gelên Îranê li dijî desthilata Komara Îslamî, li bajarên weke “Pawe, Mehabad, Tehran,Meşhed, Deştî li parêzgeha Hormozganê” û çendîn bajarên din xelkê serhildêr bi dana silgoganan û girtina rêyan li çepera şeqaman amadebûn.

 

Xelkê serhildêr û bêzar ji rejîmê li bajarê “Deştî” piştî birêveçûna çileya şehîd “Hamid Melayî” ku di meşa serhildana seranserî bi teqeya raserast ya hêzên rejîmê hatibû şehîdkirin, rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan û ragihandin ku divê heta herifîna rejîmê bi yekîtî û yekdengî li dijî cinayetên rejîmê bisekinin.

Herwisa li çendîn bajarê din xelkê azadîxwaz bi nivîsandina siloganan li ser der û dîwarên bajaran kerib û kîna xwe ji rejîmê nîşan dan.