Piştî ku xelkê bêzar ji rejîmê li bajarê “Newsûd”ê li dijî rejîmê rijiyane ser şeqaman hêzên “Henga Sînorî” êrîşkirine ser xelkê û şer û pevçûn di navbera wan de qewimî.
Êvara roja Duşemî 5`ê Befranbarê, xortên şoreşger yên bajarê “Newsûd”ê rêya “Pawe bo Kirmaşan”ê daxistin û bi wî awayî li xwenîşandanên xwe li dijî rejîmê berdewam bûn.
Piştî daxistina rê ji aliyê xelkê ve, hêzên tepeserker yên “Henga Sînorî” êrîşkirine ser xelkê û xelkê xwenîşander jî li hember wan sekinîn.