Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna xwenîşandanê bona rêzgirtin li qurbaniyên êrîşa çekdarî ya li Parîsê

12:33 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Roja Duşemî rêkevta 5`ê Befranbara 1401`an, (26`ê Kanûna Pêşîna 2022`an) bi sedan kes ji Kurd û hevwelatiyên Firansî bona rêzgirtin ji qurbaniyên êrîşa çekdarî ya roja Înê ya li rêkevta 2`ê Berfranbarê bo ser Navenda Çandî ya “Ehmed Kaya”  ya li bajarê Parîsa paytexta wî welatî meşek lidar xistin.

Piştî êrîşa çekdarî ya ser Navenda Çandî ya Ehmed Kaya ya li Parîsê, bi sedan Kurd û hevwelatiyên Firansî bona rêzgirtin li qurbaniyên vê êrîşê û xemsariya Polîs li hember neparastina canê Kurdên rûniştiyên di wî welatî de derkevtin ser şeqaman û meşa nerizayetiyê lidar xistin.

Xwenîşander heta yek ji şeqamên 10’emîn ên Parîsê meşiyan ku di meha Çileya 2013`an de jî,“Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şailemez” di êrîşa terorê de şehîd bibûn.

Çapemeniya Fransî diyar kir ku kiryar bi navê “William” e, û zilamekî 69 salî ye û derbasiya êrîşên çekdarî he ye û bi kefalet hatiye berdan.