Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aliyê kêm 565 kes li sala 2022`an li Îranê hatine bidarvekirin

12:43 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê “Hêranay”ê di raporekê de belav kiriye ku di sala 2022`an aliyê kêm 565 kes li Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin û 65 ji sedî ji wan bidarvekirinan bi awayekî veşartî û bi bê ragihandina fermî hatine cîbicîkirin.

Pêka vê raporê ku roja Duşemî 5`ê Befranbarê hatiye belavkirin rêjeya bidarvekirinê li sala 2022`an bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî 88 ji sedî zêde kiriye.

Di vê raporê de hatiye ku 5 zarokên di bin temenê 18 saliyê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatine bidarvekirin.