Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên bajarê “Tewrêz”ê di çileya şehîd Aylar Heqî de amade bûn

16:43 - 27 Kanûna pêşîn 2022

Îro Sêşemî 6`ê Befranbarê hevwelatiyên bajarê “Tewrêz”ê di çileya şehîd “Aylar Heqî” de amadebûn û rêz ji xwîna şehîdên serhildana gelên Îranê girtin.

Di rêûresima çileya şehîd “Aylar Heqî” de li dijî rejîmê silogan dan.

Bavê şehîd “Aylar Heqî” di nava girseya xelkê de Deng û Rengê rejîmê rexne kir û got: “ ji xwedê dixwazim ku mafê me ji wî raportêrê deng û rengê rejîmê bistîne ku di deqekê de hem bû lêkoler û hem jî bû dadwer û li ser keça min biriyar da û abrûyê me û Aylara keça min jî bir”

Hêzên hov yên rejîmê bi lêdan û kutanê bavê “Aylar Heqî” binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastin.