Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Kurd li Dêwolanê bi 137 meh girtîgeh hatine cezadan

17:37 - 3 Kanûna pêşîn 2022

Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, çalakvanekî medenî yê bi navê “Mehdî Cewanmerdî” yê xelkê bajarê Dêwolanê ji aliyê taya du ya dadgeha Keyferî a wî bajarî ve bi 5 sal û 9 mehan girtîgeh hate cezadan.

Pêka wê cezayê, ew çalakvanê medenî bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê bi 9 mehan girtîgeh, “têkdana tenahiya giştî” bi 18 meh girtîgeh û “têkdana ewlehiya netewî” bi 42 mehan girtîgeh hatiye cezadan.

Ev çalakvanê medenî di heyama vê dadresiyê de ji destpêragihîştin bi parêzer hatibû bçparkirin û bi rêya vîdyo konfêransê ve çend xulekan li dadgehê de hate cezadan.

Roja Duşemî 4ê Rezbera 1401an a Rojî, Mehdî Cewanmerdî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heya lêkolîna wî, ji girtîgeha ewlehî ya bajarê Sinê bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Navbirî niha di girtîgeha navendî ya bajarê Sinê de ye.

Her di vê derheqê de welatiyek din yê bi navê “Yasîn Fethî” yê xelkê Dêwolanê ji aliyê taya 2 ya dadgeha Keyferî ya wî bajarî ve bi 68 mehan girtîgeh hatiye cezadan.

Navbirî jî niha di girtîgeha bajarê Sinê de ye.