Pêşmnêjê Înê yên Zahidanê Mewlevî Ebdulhemîd bi nivîsekê li ser rûpela xwe ya twîterê Komara Îslamî rexe kir.
Mewlevî Ebdul Hemîd nivîsa wiha berdewam kiriye: “Kê hizir dikir ku di sîstemeke de ku alim serkêşiya wê dikin û navê wê Komara Îslamî ye, li şûna ku guh bidin dengê xwenîşanderan, bi kuştin, îdamkirin, destdirêjîkirin û îşkenceyên giran re rû bi rû bimînin?! Serkirde û berpirsên van tawanan li cem Xwedê çi bersivekê didin?!