Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniyayê tevahiya Spaha Pasdaran û çendîn berpirsên rejîmê siza da

10:08 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê di girte vîdyoyekê de ku li ser Twîta xwe belav kiriye, behsa sizadana tevahiya Spaha Pasdaran a terorîst û bikerên şandina dronên Îranî bo Rûsyayê, ku ji bo armanckirina xelkê sivîl ên Ukraynayê tên bikaranîn, kiriye.

“Jêymz Kilorî”, Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê, roja Sêşemî 6ê Befranbara 1401an a Rojî, di girte vîdyoyekê de ku li ser rûpela wî ya Twîtrê hatiye belavkirin, ragihandiye ku “tevahiya Spaha Pasdaran, kes û kompaniyayên ku dronên Îranê ji bo Rûsiyayê dabîn kirine, hatine sizadanê.”

Di bersiva pirsekê de ku axo “we di derheq rejîma Îranê de çi kiriye”?, wî îşare bi wê yekê kir ku, ji ber kiryarên navxweyî û navnetewî yên Komara Îslamî ya Îranê, em neçar bûne ku gelek çalakiyan bikin, ji wan karkirina li ser rêkevtina Bercamê û pêşîgirtina Îranê ji bidestxistina çeka navikî, sizakirina Polîsê Exlaqî û Dewriyeya rejîmê ku bi awayê hovane digel xwenîşanderan reftarê dikin û tevahiya Spaha Pasdaran û kompanî û kesên beşdar di şandina dronên Îranê bo Rûsyayê ji bo şerê li dijî Ukraynayê ceza kirine.

Birîtanya digel Yekîtîya Ewropa, Amerîka û Kanadayê heta niha çendîn caran berpirs û saziyên ser bi rejma Îranê yên ku di serkuta xwenîşanderan û şandina dronan bo Rûsiyayê de dest hebûne, siza dane.