Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîlê bo êrîşkirin li ser Îranê xwe amade dike

10:39 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Fermandeyê Stada Arteşa Îsraîlê “Aviyo Koxavî” daye zanîn, ku Îsraîl bo encamdana operasiyonan li Îranê û bi armanckirina damezrawe û binkeyên navkî yên wê rejîmê bi awayekî berçav pêş kevtiye.

Fermandeyê Stada Arteşa Îsraîlê, roja Sêşemî 6ê Befranbarê ragihand: “Ezê ji vê zêdetir bibêjim, Arteşa Îsraîlê bo roja ku fermana bi armnckirina bernameyên navkiya rejîma Îranê bê dan, dê amade be ku her erkeke pêspartî cî bi cî bike”.

Herwisa “Koxavî” gotiye: “Bi awayê nêvincî, di her hefiyekê de li Rojhilata Navîn, em opersiyonekê li dijî Îranê encam didin.

Hêjayê gotinê ye ku berê jî berpirsekî payebilin ê ewlehiya Îsraîlê yê bi navê “Zohar Paltî” huşdarî dabû, ku rejîma Îranê gelek nêzî berhemanîna çeka navkî bûye û welatê wî divê xwe bo êrîşeke lezgîn bo ser damezraweyên navkî yên Îranê xwe amade bike.