Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tex û qatên û cuda yên bajarê Seqizê li derheq kuştina Jînayê û bûyerên pey wê daxuyaniyek belav kirin

11:30 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Tex û qatên cuda yên bajarê Seqizê, li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” û bûyerên bi xwîn yên piştî wê bûyerê, daxuyaniyek belav kirin.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê, hevbajariyên rêzdar û xelkê şoreşger ên Îranê!

Bûyera Jîna xala veqetiyan ji rewşa cergbir a derbasbûyê, guherînek bo paşerojek rohn û geş e, kêm kesan pêşbînî dikir ku ew bûyera bi wê şêwazê, bajarê me, welat û cîhanê li xwe bigire û mizgînîderê tevgerek rû li geşekirin û ber bi pêş ve here, her wekî çawa hawara azadiya jin ji zincîra koletiya dîrokî, dengeke pêşengî gihande guhê me, û çewsandina regezî bû bi bingehek bo wan hevwelatiyên ku di rû de serşorê rewşa sepandî ya bi zorê bibûn, heta ku digel vê bûyerê hevdeng bibin û gelek keresteyên nû bi dest ve bînin ku zordar û desthilatên nelojîk, ecêbgirtî bikin ku di nebûna yekrêzî û înkara nasname û cudatîdanîna regezî de li heyama zêdetir ji 4 dehikên desthilatdariya hikûmetî û digel bûyera kuştina keça me, “Jîna”yê, bû sedema belavbûna vê birîna kevn û tqîna dengê fetisandî yê xelkekê ku bi salên dûr û dirêj li ser navê hikûmeta Îslamî dihate înkarkirin, hemû tex û qatên civatgehê yên wek dersxwan, xwendekar, jin, mamosteyên Olî, mamosteyên xwendingehan, hunermend, pizîşk, parêzerên mafê mirovî, rojnamevan, bazarî û hemû bi giştî bi dilekî xemgîn di sersaxiyê de ji bo hezkirê xwe yê ku rûyê wê yê bêguneh neynûka gelê wî welatî ye, li ser goristana Ayçî silogana "Jin, Jiyan û Azadî" didin.

Di beşek din a vê daxuyaniyê de bi îşarekirin bi serkut û binçavkirina xelkê serhildêr ên gelên Îranê ji aliyê rejîmê ve, cezakirina wan bi tundtirîn şêwe hatiye, ku xelkê xweragir ên gelên Îranê bi ti şêwazekê ji aliyê desthilatê ve neyêne xapandin û heta gihîştin bi armancên rewayên me ku pêk hatine ji azadî, yekrêzî û dabînkirina cîvakek dadperwerane, xebata xwe didomînin.