Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Mafê Mirovî yê Îranê: “Metirsiya îdamkirinê li ser 100 neraziyên binçavkirî li Îranê heye”

12:13 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Saziya Mafê Mirovî ya Îranê di raporekê de daye zanîn ku metirsiya îdamkirinê li ser 100 neraziyên binçavkirî heye û navê wan binçavkiriyan li ser malpera xwe belav kiriye.

Saziya Mafê Mirovê ya Îranê daye zanîn ku herî kêm 100 xwenîşanderên ku li Îranê hatine girtin bi metirsiya bidarvekirinê re rû bi rû ne, û daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ku li warê siyasî givaşên zêde bixe ser rejîma Îranê.

Pêka amarên salane ya Navenda Amarî, ji 10ê meha Oktobira sala 2021an heta 7ê Oktobira sala 2022an, herî kêm 528 kes li girtîgehên rejîma Îranê hatine îdamkirin û ew rêjeye bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî, %98 zêde bûye.