Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa enflasiyonê li Îranê %68 bilind bûye

12:30 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Li Îranê roj bi roj nirxa kelûpelên xwarinê bilind dibe û li gor dawî amaran, nirxa enflasiyon li Îranê %68 bilind bûye.

Rojnameya Cimhûrî ya ser bi rejîma Îranê nivîsiye: “Nirxa enflasiyona xwarinê di Sermaweza 1401an de li gorî Sermaweza 1400an 68 ji sedî bilind bûye. Ev hejmare di meha Xezelwerê de derdorê %70 bû”.

Nirxa enfilasiyona nan û dexl %74 û goştê sor û mirîşkan %64 hatiye tomarkirin.

Nirxa şîr, penîr û hêk %81 zêde bilind bûye û nirxa rûn û don jî %250 bilind bûye.

Rejîma Îranê êdî şiyana kontirolkirina bazarê nîne û nirxa kelûpelan û diravê bîhanî roj bi rojê bilind dibe û jiyana qata hejar û nivînicî di astek gelek xirab de tê derbaskirin.