Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Hêrana”yê bi belavkirina nûçeyekê daye zanîn ku peyrewa Ola Yarsnaî ya rûniştiya bajarê Kirmaşanê “Seyîde Seher Fethî”, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin.
Hêranayê daye zanîn ku 3 roj berî niha, bo cara duyemîn li meşa xwenîşandanên seranserî de, “Seyîde Seher Fethî” hatiye binçavkirin.
Herwisa wê çavkaniyê nivîsandiye: “Ji cihê ragirtina vê keça Yarsanî, ti zaniyariyek ji ber dest nîne”.
Seyîde Seher Fethî keça Borzû, piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatiye veguhastin.