Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûciwank 17 salî li bajarê Qezwînê bi gulleyê hêzên rejîmê hate kuştin

16:30 - 28 Kanûna pêşîn 2022

Pêka hesaba Twîteriya “1500 Wêne”, roja Duşemî 5ê Befranbarê, nûciwanê 17 salî yê bi navê “Mêhrdad Melik” di maşîna xwe de bi gullereşandina hêzên Întizamî yên rejîma Îranê li bexşa “Deştabî Ordek” a ser bi bajarê Qezwînê hatiye kuştin.

Bikarhênerên torên civakî di vê derheqê de nivîsîne: Roja 5ê Befranbarê, Mêhrdad Melik yê 17 salî bi maşîna hevalê xwe ku ber bi mala xwe ve diçûn, hêzên Întizamî gumanê ji wan dikin û li pey wan dikevin û wan didine ber gulleyan. Di vê navberê de maşîna hêzên Întizamî di nava heriyê de asê dibe û ji bo ku li pey kevtina wan nîve tevaw nemîne, bi bê huşdariya berê wan dide ber gulleyan û gulle li ber Mêhrdad dikeve û di cih de tê kuştin.