Îro roja Şemî 12ê Sermawezê, malbatên girtiyan li ber deriyê dadseraya Abdananê kombûnên nerizayetiyê bi rê ve birin, lê li wir keça girtiyekî ku di nav xwenîşandanan de hatibû girtin, ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîmê ve rastî lêdanê hat.
Hêzên tepeserker ên rejîmê li bajarê Abdananê êrîşî ser “Tiyam Şahmuradî” keça Mehdî Şahmuradî, yek ji girtiyên xwenîşandanan kirin û piştî bêrêziyeke zêde ew keçe rastî lêdan û kutana wan hêzan hatiye.
Tiyam Şahmuradî çend roj in ku li ber deriyê dadseraya Abdananê dest bi gireva birçîbûnê kiriye ji ber ku hêzên zordar ên rejîmê nahêlin bavê xwe bibîne.