Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî şûnwarên dîrokî yên Yemenê talan dike

10:26 - 29 Kanûna pêşîn 2022

Roja Çarşemî 7`ê Befranbara 1401`an, (28`ê Kanûna Pêşîna 2022`an) Wezîrê Îtla`ata Yemenê “Muamer El - Arîanî” hişdarî da ku, Komara Îslamî û milîşên Husî, şûnwarên dîrokî yên li navçeyên di din kontrola Husiyan de bi qaçaxî bona kirîn û firotinê li derveyî welat tawan dike.

Herwisa li ser rûpela twîttera xwe nivîsî: Komara Îranê "di çarçoveya plana jinavbirina şûnwarên dîrokî yên Yemenê, têkbirina nasnameya neteweyî û berovajîkirina dîroka Yemenê de, van kiryaran di projeyên sexte de encam dide."

“Muamer El - Arîanî” ji civaka navneteweyî, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û sazî û dezgehên navneteweyî ku di serî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ye, xwest da ku kiryarên rejîma Îranê ku li gorî wî, "binpêkirina eşkere" a yasa û peymanên navneteweyî nîşan dide şermezar bikin.

Wî herwisa li ser hewcehiya tedaxula navneteweyî ji bo parastina bîna û şûnwarên dîrokî yên Yemenê tekez kir.