Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarên Kurdistan û Îranê li xwenîşandanan de berdewam in

11:25 - 29 Kanûna pêşîn 2022

Xelkê serhildêr yên bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di berdewamiya serhildana seranserî bo herifîna rejîma Îranê hîn jî, li ser şeqaman in û li dijî cinayetên rejîmê berxwe didin.

Pêka dîmenan şeva derbasbûyî li çendîn bajarên Îranê yên weke “Meşhed, Tehran, Tewrêz, Bûşehir û Yezid”ê, xortên azadîxwaz êrîşkirine ser navend û binkeyên besîcên Xanimeyî û şewitandin.

Herwisa li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî yên weke “Seqiz, Mehabad, Kirmaşan” welatiyan bi girtina rêyan bi agir, li dijî rejîmê û rêberê rejîmê silogan dan.

Tevî wan xwenîşandanan, duh roja Çarşemî 7`ê Befranbarê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke “Mehabad û Bokan”ê jî, rêûresima çileyên şehîdên bi navên “Mêhran Rehmanî, Mîlad Me`rûfî, û Xefûr Mewlûdî” hatin lidarxisrin û welatiyên amadebûyî tevî dana silogana “Şehîd Namire” û belavkirina sirûdên şoreşgerî digel rê û rêbaza şehîdan peyman nû kirin.