Roja Çarşemî 7`ê Befranbarê, “Musena Emîn” endamê parlemena Îraqê got: “ Amerîkayê bi tekezî kirin li ser vê yekê ku bi qasekî zêde perê Dolar bi awayê nihênî li bankên Îraqê bo Îranê hatiye şandin, ji banka navendî a wî welatî daxwaz kiriye ku, hemû bankên Îraqê ku bi awayên nihênî digel Komara Îslamî mi`amile (Danûsitandin)kirine ceza bide.
Herwisa navbirî bas ji vê yekê kiriye ku, Amerîkayê şandina perê Dolar li bankên Îraqê bo Îranê bi karek qaçax binavkiriye û li derheq rêkevtina 4 miliyard Dolarî ya di navbera Îraq û rejîma Îranê de haydariyek micid daye Bexdayê ku nabe bi ti awayekî digel Tehranê mi`amileyên pere encam bidin.