“Mîlad Şîrî” yek ji binçavkiriyên şoreşa seranserî ya gelên Îranê piştî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin bi awayekî biguman canê xwe ji dest da.
Pêka nûçeyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, “Mîlad Şîrî” xelkê gundê “Salaravayî” yê girêdayî bajarê “Kamêran”ê di dema serhildana xelkê bajarê “Kamêran”ê ji aliyê hêzên tepeserker yên rejîmê ve hatibû binçavkirin û piştî heyamekê bi awayekî biguman canêxwejidest daye û tevlî karwana nemirê şoreşa Jîna yê bû.