Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizbê: Nemir Ebdula Îzetpûr, endamê lêhatî yê rêberî û cihê baweriya rêberiya Hizbê bû

11:58 - 29 Kanûna pêşîn 2022

“Daxuyaniya koça dawiya Ebdula Îzetpûr li welatê Almaniyayê”

Xelkê xebatkar yên Kurdistanê!

Endam û xebatkarên Demokrat!

Mixabin roja Çarşemî 7`ê Befranbara 1401`an(28`ê Kanûna Pêşîn a 2022`an)  Ebdula Îzetpûr, endamê berê yên rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û pêşmergê rojên dijwar yên tevgera Kurd li Îranê, li welatê Almaniyayê koça dawî kir.

Ebdula Îzetpûr li Xeramana sala 1313`an(1934`an) li gundê Hacî Berkevilî ya ser bi geliyê Qasimlo jidayîk bibû, navbirî li malbata mezin ya Qasimlo bû. Ebdula xebatkarê berê yê Partiya Demokrat piştî herfîna Komara Kurdistanê û li temenê 14 saliyê de di bin rênivîniya şehîd Dr.Qasimlo de digel Partiya Demokrat pêwendî digire û tevî vê ku temenê wî kêm bû, erkê berpirsayetiyên girîng û hestyar yên Hizbê bi stû girt. Ew yek ji beşdarên yekemîn konferansa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li sala (1334`an) bû ku, di dîroka Partiya Demokrat de xaleke werçerxan bû, ji bo vejandin û dana hêzê ji bo têkoşîna netewî. Navbirî berê di rewta kudtaya sala 1332`an de û piştî reş bigiriya dezgeha serkutkariya Heme Reza Şayê Pehlewî de, kevtibû girtîgrhê û Ji ber baweriya xwe ya siyasî û neteweyî rastî îşkence û givaşên giran hatibû. Ebdula Îzetpûr, di dehkên 50`î de jî, carek din rastî kerb û kîna Savakê hatibû û ew xistin girtîgehê bo heyama 5 salan digel girtiyê naskirî yê bi navê, “Elî Emûyî” hatibû binçavkirin, û piştî azadbûn li girtîgehê, li sala 1356`an li ser daxwaza şehîd Dr.Qasimlo bo karûbarên pêwendîgiritin bi kesayet û rêkxirawên siyasî, heta piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê li bajarê Tehranê ma.

Ebdula yek ji tekoşerên xwedî bîr û bawer di nav refên PDKÎ de bû, ku tewahiya temenê xwe di çepera xebata neteweya gelê xwe de derbas kir, ew mirovekî xebatkar, dilsoz, xwedî îrade, xwedî hizr û ramana serbixwe, bivêr û dilsoz yê doza mafxwaz ya rewaya neteweya xwe bû, hevdem Ebdula kadrekî lêhatî yê Hizbê bû, ku ji ber lêhatîbûn, şarezayî û erk wergirtinê, li kongreya şeşm de wekî endamê şivêrmend yê Komîteya Navendî hat hilbijartin, li kongerya 7 ya Hizbê de jî wekî endamê Komîteya Navendî dengê baweriya kongereyê pê hat dayîn.

Nemir Ebdula Îzetpûr, kesekî cihê baweriya PDKÎ bû, û berpirsayetiya Komîteya Hizbê li bajarê Urmiyê, kadrê siyasî li Hêza Bapîr, Hêza Niho Şikak, berpirsayetiya nexweşxaneya Hizbê, berpirsayetiya rêkxirawên demokratîk yên Hizbê, kadrê ragihandinê, berpirs li beşa Civakî ya Hizbê de, beşek ji wan erk û berpirsayetiyan bûn ku, nemir Ebdula Îzetpûr di qonaxên cuda yên jiyana pêşmergayetiya xwe de, girtibûn bi stûyê xwe, û bi serkevtî ev erk birêve biribûn.

Ebdula Îzetpûr, li sala 1371`an, bi sedema nesaxiyê û li ser biryara Dr. Şerefkendî bo derveyî welat hatibû şandin, û li welatê Almaniyayê cihgîr bibû, lê, ev yeka bi wateya dest ji kar kişandin û dawî anîn bi karê siyasî, neteweyî û nîştimanî yên nemir Îzetpûr nebû, navbirî heta dawîn demên jiyana xwe li çepera PDKÎ de xebat û pêgihandina ciwanên hişyar yên neteweya xwe de berdewam bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi mirina Ebdula Îzetpûr, kadrekî siyasî û lêhatî, kesayetiya bandordara wî li dest da. Hevdem Birêberiya Partiya Demokrat bi vê hilkeftê sersaxiyê dibêje, malbat û kesûkarên nemir Ebdula Îzetpûr û xelkê bajarê Urmiyê û xebatkarên Partiya Demorkat.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

7`ê befranbara 1401`an

29`ê Kanûna Pêşîna 2022`an