Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê “Benny Gantz” roja Çarşemî 7`ê Befanbarê, di rêûresima dawî hatina rahênana balafirvanî ya Îsraîlê de, tevî îşarekirin bi hêz û şiyana esmanî ya Îsraîlê ragihand: “ Îsraîl xwe amade dike bo êrîşkirin li ser navendên navkî yên rejîma Îranê”
Ji aliyek din ve berdevkê dewleta Îsraîlê roja Çarşemî bi pişt girêdan bi gotinên Serok Wezîrê Îsraîlê tekezî li ser vê yekê kir ku, ti dewletek li Îsraîlê rê nade ku rejîma Îranê çeka navkî bi dest bixe û ragihand ku: “Îsraîl her dema ku hewce bizane dê êrîşa leşkerî li ser navendên navkî yên rejîma Îranê bike.”