Pêka rapora Kempeyna Çalakvanên Belûç di heyama rojên derbasbûyî de, li girtîgehên Îtilaata rejîma Îranê li bajarê “Zahidan”ê endamên Îtilaata Spaha Pasdaran, destdirêjî kirine ser 7 zarokên binçav kirî ku, temenê wan di bin 18 saliyê de ne û bi lêdan û îşkencekirinê gef ji wan xwarine ku nabe bas bikin.
Heta wan 7 zarokan nasname jî nînin û rejîma Îranê heta niha ti nasname û belgeyek yasayî bo wan dabîn nekiriye û ji tev xizmetguzariyan jî bê par in.
Yek ji wan zarokan bas ji vê yekê kiriye ku, wezîfedarên Îtilaatê yên ku destdirêjî ser wan kirine, bi zimanê Erebî axviye.