Siyaweş Resûlî, girtiyê xelkê bajarê Serdeştê ku cezaya bidar vekirinê li dijî hatibû sepandin, di girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê de bi sebeba nebûna pêragihîştinên pîzişkî canê xwe ji dest da.
Pêka nûçeya Navenda Mafê Mirovî ya li Rojhilatê Kurdistanê ya “Çav News” roja Çarşemî 7`ê Befranbara 1401`an(28`ê Kanûna Pêşîna 2022`an) Siyasweş Resûlî girtiyê mekûm bi cezaya bidarvekirinê, yê xelkê bajarê Serdeştê li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê, bi sedema destpêranegihîştin bi tedaviyên pîşizkî û dereng veguhastina wî bo navendên dermanî û herwisa azar û îşkenceyên zêde canê xwe ji dest da.
Siyaweş Resûlî, 6 salan berî niha ji aliyê hêzên serkutkar yên Komara Îslamî ve hatibû binçavkirin û piştî 3`ê salan ji aliyê dezgeha dadweriya rejîmê, cezaya bidarvekirinê li dijî hatibû sepandin û tevî agehdarkirina berpirsê girtîgehê, li derheq rewşa xerab ya tendrustiya navbirî de, bi sebeba veguhstinê bo navendên pîzişkî, li nexweşxaneya Medenî ya bajarê Kerecê canê xwe ji dest da.