Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlên Amerîkayê bo pêşîgirtin ji şandina balafirên bê balafirvan yên Îranê bo Rûsiyê

12:28 - 29 Kanûna pêşîn 2022

Roja Çarşemî 7`ê Bfranbarê, pêka rapora rojnameya “The New York Times” Amerîka di hewlên micid de ye ku, rêgirî ji rejîma Îranê bike da ku nekare wir şûnda balafirên xweteqîner û yên bê balafirvan bo Rûsiyayê bişîne ku Rûsiye wan bo êrîş bo ser axa Ukrayên bikar tîne.

Pêka wê raporê ew cihên ku li Ukraynê bi awayeke zêde kavil bûne, bi sedema balafirên xweteqîner yên rejîma Îranê ne û herwisa çendîn wizexaneyên Ukraynê bûne armanc û niha bi miliyonan xelkê Ukraynê bê elekterîk mane.

Di berdewamiya raporê de hatiye ku, Amerîka li ser vê yekê gelek micide û pêngavên xwe di vê derheqê de lezgîntir kirine û ew cihên rejîmê yên li Sûriyê ku balafirên bê balafirvan berhem tîne, kirine armanc û piştî lêkolînek hûr derketiye ku beşek ji amûrên wan balafiran Amerîkayî ne û bi teknolojiya wan hatine çêkirin û divê pêşî jê bê girtin.