Roja Çarşemî 7`ê Befranbarê, “Elî Şerîf Sefayî” bavê Pêşmergeyekî PDKÎ li temenê 81 saliyê de li bajarê “Sinê” bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî li sala 1320`an a rojî li gundê “Xiweşav” yê girêdayî devera “Kelaterzan” a ser bi bajarê “Sinê” jidayîk bibû û xwedî kesayetiyekî xuya bû.
Xwedêjêrazî di meşa şoreşa “Eylûl”ê de yek ji wan xortên qehreman yê gelê me bû ku, hest bi bindestiya gelê Kurd kiribû û bo heyama 7 salan tevî birayên xwe li Başûrê Kurdistanê li dijî dijmin xebat kir.
Kurê Mam Elî yê bi navê “Kamil Şerîf Sefayî”, pêşmergê Kurdistanê ye û ev heyama çend salan e ku di nav refên Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê de, çeka berxwedanî li xak û nîştimana xwe avêtiye milê xwe.
Termê mam Elî di nav girseya xelkê navçeyê de bi xaka pîroz a Kurdistanê hat spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Navenda Ragihandina Hizbê sersaxiyê dibêje, malbat û kesûkarên mam Elî û xwe şirîkê xema wan dizane.