Xelkê xebatkar yê Kurdistanê!
Keç û xortên xweragir ên Kurdistanê
Ev Zzdetir ji 2 meh û nîv e ku xebat û şoreşa we neku bûye sedema qahîmtirkirina bêmînak a pêwendiya xelkê Kurdistan û tev Îranê, belku bûye binyata têgihîştina ji hev û û pûçkirina çewtekariya neyar û dujminên Kurd û hevdem biyata desthilata rejîma Îranê bi tundî hejandiye. Lewma, ew rejîma gemar bi bêrehmiyek zêde û bi tundtirîn şêwazî Kurdistanê serkut dike.
Weyî dujmin şikestdayî, kariye bi jîrî pîlanên rejîmê pûç bikin û em dibînin ku îro dengê gel bi tevahî bûye yek û rûmetek daye şoreşa “Jîna”yê ku tev Îran bi çavê jêfêrbûnê mêzeyî Kurdistanê dikin.
Di wan rojan de bo bi bilind ragirtina roja xwendekar, banhêjiya lidarxistina çend roj xwenîşandan li seranserê Îranê hatiye kirin. Em wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê wisa hizr dikin ku, hewce ye Kurdistan ji berê zêdrtir bi pilan, dîsîplîn û taktîkên xwe beşdarî di vê xwenîşandanê de bike. Her ji ber vê yekê ye, daxwaz dikin piştevaniya vê bangihêjiyê bikin ku Navend bi hevahengîkirin digel aliyên din radigihîne.
Em bo rêzgirtin ji roja xwendekar û piştevanîkirin ji banghêjî bo lidarxistina xwenîşandan û mangirtinan li seranserê Îranê, daxwaz dikin ku roja 16`ê Sermawezê bi hevahengî û bi hev re di Kurdistanê de û piştî nîvro, di meydan û şeqamên bajaran de kombûna giştî li dijî milîtarîzm û serkut û dîktatoriyê bê lidar xistin.
Jin, jiyan, azadî
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
12`ê Sermawez a Sala 1401’an
3`ê Kanûna Pêşîn a 2022`an