Îro Pêcşemî 8`ê Befranbara 1401`ana Rojî(29`ê Kanûna Pêşîna 2022`an) komek ji çalakvanên siyasî yên bajarê Seziqê li ser tirba şehîd “Jîna”(Mehsa)Emînî li goristana Ayîçî ya wî bajarî amadebûn û yada şehîd “Jîna Emînî” û hemû şehîdên serhildana nû ya seranserî ya Kurdistan û Îranê bi bîr anîn.
Herwisa amadebûyên li ser tirba şehîd “Jîna Emînî” bi nivîsîna siloganên azadîxwazî li ser tirba şehîd “Jîna” gotin ku, silogana “Jin, Jiyan, Azadî di şevekê de nehatiye gorê, belku xwedî dîrok e û bi dehan û sedan mirovên şoreşger ji bo vê canê xwe gorî kirine”.