Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê azadîxwaz li bajarê Dêwolan û Tehranê çileya du şehîdên şoreşa Jîna yê bilind ragirtin

16:55 - 29 Kanûna pêşîn 2022

Îro Pêncşemî 8ê Befranbarê li bajarê Dêwolanê xelkê azadîxwaz û xwedî helwêst li ser tirba şehîd “Muhsên Miyazî” kombûn û bi hevre li dijî rejîma Îranê silogan dan û digel rê û rêbaza şehîdan peyman nû kirin.

Şehîd “Muhsên Niyazî” temen 25 salî û xelkê bajarê “Dêwolan”ê di meşa serhildanên xelkê azadîxwaz li 29`ê Xezelwerê bi teqeya hêzên hov yên rejîmê hat birîndarkirin û li nexweşxaneya “Kewser” a bajarê “Sinê” bi sedema kûrahiya birînan şehîd bû.

Herwisa hevdem digel birêveçûna çileya wî şehîdî hevwelatiyên bajarê “Tehran”ê jî, çileya şehîd “Hemîdreza Rûhî” ciwanê temen 20 salî û xelkê bajarê Tehranê ku bi teqeya hêzên rejîmê hatibû şehîdkirin bilind ragirtin û li ser tirba wî kombûn û bi dana siloganan li dijî rejîmê kerb û kîna xwe ji rejîmê nîşandan û digel rêya şehîdan peyman nû kirin û li ser berdewam bûn li serhildanê heta herifîna rejîmê tekezî kirin.

Li bajarê Ehwazê jî xelkê xwedî helwêst yên malbatên şehîdan tenê nahêlin û di çileya “Atife Ne`manî” jina temen 37 salî ku di meşa serhildanê de ji aliyê hêzên hov yên rejîmê ve hatibû revandin û piştî lêdan û azar û îşkencekirinê şehîd kirin, bilind ragirtin û li ser tirba wê amadebûn û li dijî rejîmê silogan dan.