Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sala 2022an de rêjeya girtinê li Îranê %1,330 bilind bûye

10:34 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Li gorî rapora salane ya sala 2022an a Saziya Amara Komek ji Çalakvanên Mafê Mirovî li Îranê, rêjeya binçavkirina çalakvan û hevwelatiyan li gorî sala borî %1,330 bilind bûye.

Di heyama sala borî de hêzên ewlehî yên rejîma Îranê 23,977 hevwelatî bi sedema çalakiyên medenî, mezhebî û siyasî girtine. Ji vê amarê 309 halet ji sendîkayan bûye, kêmêneyên netewî 225 halet, kêmîneyên mezhebî 140 halet, raman û derbirîn 22,655 halet, texa zarokan 167 halet, xwendekar 10 halet,  jîngehparêz 23 kes, beşa çandî 7 kes û kedkar 53 kes li xwe digire.

Ji aliyek dinê ve, 324 hevwelatiyên jin ji ber cureyê çalakî û pêşxistina şêwaza jiyana xwe hatine darizandin. Herwiha 64 hevwelatî jî bi tohmeta birêvebirin an jî beşdarîkirin di mêvaniyên taybet de hatine girtin.

Ajansa Hêranayê di vê rapora amariya xwe de behsa îdamkirina hevwelatiyan di Îranê de kiriye û daye zanîn ku vê saziyê di sala 2022an de 457 raporên îdamkirinê tomar kirine, ku di nav wan de 92 kes bi îdamê hatine cezadan û 6 kes li ber çavan hatine îdamkirin û 565 kesên din jî bi darvekirine. Di nav kesên hatine bidarvekirinê de 501 kes mêr û 11 jî jin in.

Herwiha 5 kesên ku bi tohmetan hatine cezadan temenê wan di bin 18 saliyê de bûye û di warê yasayî de jê re zarok-sûcdar tê gotin ku îsal hatine îdamkirin.

Pêka wê raporê, %48.67 kesên hatinî bidarvekirin bi tohmetên “kuştina bi zanebûn”ê hatibûne cezadan, %42.83 bi tohmeta madên hişber, %2.65 bi tohmetên cezayên regezî hatibûne cezadan, %2.48 bi tohmetên nexuya, %1.77 bi tohmeta şerkirin li dijî Xwedê wate “miharibe”, %1.06 bi tohmetên ewlehî, %0.53 bi tohmetên Bexî hatine îdamkirin.