Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê çalakvanên medenî yên peyrewa Yarisan bo îtilaata Kirmaşanê hatine veguhastin

11:37 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Li Kirmaşanê sê çalakvanên medenî yên bi navên “Seyîd Emîn Ebasî, Seyîd Sirûş Ebasî û Seyîd Kerem Ebasî”, li girtîgeha îtilaata rejîma Îranê ya vî bajarî de ne û qedera wan nexuya ye.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di vê derheqê de nivîsiye: “Ew sê çalakvanên medenî yên peyrewa Yarisan, piştî derbasbûna 29 rojan li ser binçavkirina demkî li girtîgeha îtilaata ewlehî ya Dîzilabadê, bo odeyên takekesî hatine veguhastin”.

Biryar wisa bû ku ev sê bira li 25ê Sermawezê bên azadkirin, lê îdareya Îtilaata rejîmê bo çendmîn car biryara girtîgeha wan dubare kiriye.

Her di vê pêwendiyê de jî, “Seyîd Kerem Ebasî”, yek ji wan çalakvanên medenî yê peyrewa Yarisan û yê xelkê Kirmaşanê û rûniştiyî bajarê Sawe ye ku di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Tehranê ve hatibû binçavkirin û bo îdareya îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst li Kirmaşanê hatibû veguhastin û her li destpêka binçavkirinê de jî, navbirî dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.