Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Belûç li piraniya bajaran serhildan li dijî rejîmê kirin\ Mewlewî Ebdulhemîd jî bi tundî axivî

16:19 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Îro roja Înê rêkevta 9ê Befranbara 1401an a Rojî, li piraniya bajarên Belûçistanê xelkê azadîxwaz piştî nimêja Înê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê û rêberê rejîmê siloganên tund dan.

Li bajarê Dizapa Zahidanê xelkê serhildêr rijiyane ser şeqaman û silogana “mirin bo dîktator û mirin bo besîcî” dan.

Xelkê Dizapê li dijî Xamineyî siloganên tund dan û dibêjin “îsal sala xwînê ye û Xamineyî sernixûn e”.

Her li bajarê Dizapê xelkê azadîxwaz ên Belûç wêneya Xamineyî şewitandin û binpê kirin.

Li Zahidanê bi hezaran kes rijiyane ser şeqaman û silogan dan, “em Xamineyî têkder naxwazin û naxwazin”.

Li Zahidanê bi çendîn demjimêran xelkê azadîxwaz li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê silogan dan û dane zanîn “em kolana bombest naxwazin û rêberê yek dest naxwazin”.

Li Raska Belûçistanê jî, bi hezaran kesên azadîxwaz hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Li Belûçistanê jinên zîrek û netirs jî hatine ser şeqaman û silogana “em hikûmeta zarokkuj naxwazin” dan.

Mewlewî Ebdulhemîd pişnimêjê mizekvta Mekkî ya bajarê Zahidanê îro roja Înê, di xutbeya xwe de got: “Ti kes nikare îdia bike û bêje ku ez nûnerê Xwedê li ser rûyê erdê me”.

Navirî got: “Yasaya bingehîn a rejîma Îranê gelek lawaziyên bingehîn hene, lê tevî vê yekê jî, hêzên hikûmetê bêyî ti encameke yasayî, binpê dikin”.

Wî bi îşarekirin bi kuştina Soha Î`itibarî, zarokê 12 salî û yê xelkê Hormozganê ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate kuştin, daye zanîn ku ev yeka cihê mixabiniyê ye.