Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsyayê girûpek 5 kesî ya girêdayî Spaha Quds a terorîst radestî Azerbaycanê kir

16:40 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Moskowê girûpek ji 5 kesî ku ser bi rejîma Îranê bûye û girûpek terorsîtî bûye, radestî Komara Azerbaycanê kir.

Li gor nûçyên belavbûyî, yek ji van kesên ku di vê girûpê de bûye, “Tali`i Yûsifof” e û naskirî bi “Hac Teqî” ku berê navê wî di dosyeya kuştina “Elmar Valiyev”, şaredarê bajarê Gence yê Azerbaycanê de hebûye.

Li gorî rapora Wezareta Ewlehiya Netewî ya Azerbaycanê, Yûsifof yê 55 salî di sala 2016an de derbasî Îranê bûye û bi armanca perwerdeya leşkerî, ewlehî û beşdariya hevwelatiyên Îranî li nava hêzên “Husêyniyûn” li şerê Sûriyê li wir maye.

Her di vê pêwendiyê de, Komara Azerbaycanê dibêje: Hêza Quds ku taya derveyî welat ya ser bi Spaha Pasdaran a terorîst e, hevwelatiyên Komara Azerbaycanê di bin navên hêzên “Husênyûn” de wergirtiye û şandiye bo şerê li Sûriyê.

Rûpelên ser bi Spaha Pasdaran a terorîst jî bi belavkirina wêneya terorîst “Yûsifof” digel terorîst Qasim Silêmanî, ev nûçeye piştrast kirine.