Şeva derbasbûyê 12`ê Sermawezê ciwanên şoreşger yên Kurd û Tirik li bajarê “Selmas”ê di çalakiyekê de bi hezaran tiraktên banghêjiyê bo mangirtina seranserî li rojên “14, 15 û 16”ê Sermawezê di nav bajar de belav kirin.
Di deqa banghêjiya ciwanên Kurd û Tirik yên bajarê “Selmas”ê de hatiye: “Vê carê jî weke çileya Mehsa Emînî li bajarê Seqizê, weke xwenîşandana bihêz ya li bajarê Kerecê, weke Înê ya Zahidanê, divê bi hemû hêz û şiyana xwe xwenîşandanên xwe berfireh bikin û mangirtina seranserî ji bo hemû tex û qadên civakê hewce û wacibe.
Di niha de me hewcehiyek zêdetir bi yekîtiya di navbera Kurd û Tirkan de heye, werin bila ew yekîtiya xwe bidin nîşandan.
Mangirtinên seranserî li rojên: 14, 15, 16`ê Sermawezê
Xwenîşandanên seranserî her sê rojan li şeqamên sereke yên nava bajar