Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Pîranşarê merasima çileya şehîd “Karwan Qadir Şukrî” bi rê ve çû

16:43 - 30 Kanûna pêşîn 2022

Îro Înê 9ê Befranbara 1401an, li Pîranşarê merasima çileya şehîdê rêya azadiyê, “Karwan Qadir Şukrî” digel amadebûna xelkek zêde yên wî bajarî û malbata wan li goristana Konexanê hate lidarxistin.

Di merasima çileya wan şehîd Karwan de, xelkê şoreşger û bi emeg digel malbata şehîdê rêya azadiyê, li goristan Konexanê amade bûn û bi dana silogana “daiyê bo zarokên xwe megirî, merc be emê tola wan hildin, şehîd namirin”, digel şehîdên serhildana nû ya seranserî ya li Kurdistan û Îranê peyman nû kirin.

Herwisa xelkê şoreger yên bajarê Pîranşarê yên beşdar di merasima çileya şehîd “Karwan Qadir Şukrî” de, bi gotina silogana “Kurd, Belûç, Azerî, azadî û wekhevî”, kerb û kîna xwe li hember serkut û tundûtîjiyên rejîma Tehranê nîşan dan.

Karwan Qadir Şukrî yê 16 salî, roja Şemî 28ê Xezelwerê, di meşa serhildana seranserî li Pîranşehrê ku birîndar bibû, bi sedema kûrahiya birînên xwe hate şehîdkirin.