Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê kompaniya “Danfoss”a Danimarkê nêzî 4 milyon û 380 Hezar Dolarî ceza kir

10:50 - 31 Kanûna pêşîn 2022

imarkê nêzî 4 milyon û 380 Hezar Dolarî ceza kir

Kompaniya pirneteweyî ya “Danfoss”ya Danîmarkê bi sebeba binpêkirina 225 xalên rêziknameya Ofîsa Kontrolkirina Darayên Derve yên Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ya (Ofek)ê û berçavnegirtina tehrîmên li dijî Komara Îslamiya Îranê, nêzî 4 milyon û 380 Hezar Dolarî hat ceza kirin.

Roja Înê 9`ê Berfranbara 1401`an,(30`ê Kanûna Pêşîna 2022`an), Wezareta Xezînedariya Amerîkayê di daxuyanyekê de ragihandin ku, Ew cezaya nîşana îdareya bihêz a Amerîkayê ye bo eşkerekirina wan xalên binpêkirina yasaya tehrîmên li dijî wankompaniya ye ku vê yasayê dewr lêdidin.

 Kompaniya “Danfoss”ê ya Danimarkê,  berhemhênerê sarinc, kompresor, û alavên kelîma û sarkirinê ye, û tayeke wê kompanyayê li Îmarata Yekgirtî Erebî de  ye.