Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Ciwanroyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat milîtarîzekirin

10:55 - 31 Kanûna pêşîn 2022

Piştî belavkirina banghêjiyan ji aliyê xelkê bajarê “Ciwanro”yê bo birêvebirina çileya şehîdên serhildana gelên Îranê li wî bajarî de, Spaha Pasdaran a terorîst ji tirsa serhildana xelkê hêzek zêde di nav bajar de cihgîr kiriye û bajar bi tewahî milîtarîze kiriye.

Rejîma Îranê li serhildana xelkê bi qasekî ditirise ku bo pêşîgiritin ji serhildana welatiyan, li bajarê “Kirmaşan”ê hêzek zêde bo nav bajar û derdora goristana wî bajarî veguhastiye.

Lê, tevî hebûna hejmarek zêde ji çekdarên hov yên rejîmê xelkê bajarê “Ciwanro” yê, bixîret û bivêriyek bê mînak li ser goristana “Hacî Îbrahîm” a wî bajarî kombûn û li hember hêzên rejîmê sekinîn û silogana “Mirin bo dîktator” “Şehîd namirin” û “Mirin bo spahî” dan.