Piştî derbasbûna 3`ê mehan li ser serhildana gelên Îranê, civaka cîhanî berdewame li ser piştevanîkirin ji parastina canê xelkê û berpirsên welatên cîhanê jî dibêjin, hewceye ku rejîma Îranê li hember tepeserkirin û kuştina serhildana gelên Îranê bersivdar be.
Roja Înê 9`ê Befranbara 1401`an a Rojî, dewleta Kanadayê, di daxuyaniyêyekê de li derheq piştevanîkirin ji parastina canê xelkê serhildayî yên Îranê ragihand, dewlta Kanadayê, nîgerane di kuştin û serkutkirina xelkê nerazî yên Îranê, ji aliyê desthilatdarên wî welatî ve û em bi awayek hûr çavdêriya rewşa Îranê dikin û digel hevpeymanên xwe berdewam dibin di peydakirina rêçareyekê bo alîkarîkirina xelkê serhildayî yên gelên Îranê.
Herwisa dewleta Kanadayê di nêzîbûna sêyemîn salroja qurbaniyên balafira Ukraynê de ku, ji aliyê Spaha Pasdarana terorîsta rejîma Îranê ve canê wan hat standin ragihandin ku, piştevankirina me ji malbatên qurbaniyan berdewam e û Saziya Penaberan ya Kanadayê hemû hewla xwe dide bona cihgîrkirina malbatên qurbaniyan di Kanadyê de.