Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

The Guardian: Komara Îslamî di dadgehên veşartî de xwenîşanderan bi cezayên sexte dadgehî dike

11:57 - 31 Kanûna pêşîn 2022

Rojnameya “The Guardian” di raporek xwe de nivîsiye ku, Komara Îslamiya Îranê xwenîşanderên binçavkirî li dadgehên ku bi piranî bi veşartî tên lidarxitin, û gelek dadgehan jî ew wekî "dadgehên sexte" mehkûm kirine, cezayên sexte li ser serhildêran de disepîne.

Herwisa rojnameya “The Guardian” nivîsiye ku, Komara Îslamî xwenîşandanên aştiyane ku di meha Xermananê(Îlon)ê de dest pê kirine bi tundî tepeser dike û rêxistinên mafên mirovan û hêzên hikûmetî an alîgirên wan bi kuştina bi sedan xwenîşanderên bêçek tawanbar dikin.

Wê rojnameyê di berdewamiya rapora xwe de nivîsiye, desthilatdarên Komara Îslamiya Îranê hewl didin ku xwenîşandanên gelêrî yên Îranê wek “serhildaneke hovane” bi nav bikin û bidin zanîn ku hêzên ewlehî yên rejîmê ji bilî rûbirûbûna wê çareyek din tunînin.

Herwisa pêka zanyariyên hatinî pejrandin, desthilatdarên Komara Îslamiya Îranê hewl didin, bi bêdengkirina malbat û hevalên serhildêrên mekûm bi îdam û tundûtîjiyan û bi gefxwarin ji wan neçar bike da ku di vê derheqê de digel ti aliyekê neaxvin, lê, malbat û hevalên binçavkiriyan dizanin ku bêdeng man dikare neçare be belkû rewş xerabtir bibe.