Şeva derbasbûyî 9`ê Befranbarê li bajarên Îranê xwenîşandan li dijî rejîma Îranê û herfîna wê rejîmê berdewam bû, û xelkê azadîxwaz li ser şeqaman bûn.
Li bajarê Kerecê xortên azadîxwaz li ser şeqaman bûn û şeqam bi agir girtin û li dijî rejîmê silogan dan û wêne û benêrên “Qasim Silêmanî”yê terorîst şewitandin.
Herwisa li bajarên weke “Tehran, Îsfehan, Kaşan, Yezid, Kirman” û çendîn bajarên din ku wêne û benêrên “Qasim Silêmanî” di nêzîkbûna salroja kuştina wî de di nav bajar de hatine daliqandin, ji aliyê hevwelatiyan ve hatin şewitandin an jî bi rengê xwînê hain sorkirin.